Gerîlayên HPG’ê li Zapê leşkerekî arteşa Tirk a dagirker cezakir

Di çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê de li Çemçoyê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakî û êrîşên li Medya Parastinê daxuyaniyek weşand.

Li gorî vê

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê:

3’ê Sibatê li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê gerîlayan bi taktîka sûîkastê li dagirkeran da.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hate kutşin.

Têkildarî êrişên Artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla jî HPG’ê got:

Di navbera 2-4’ê Sibatê de Qadên berxwedanê du caran bi bombeyên qedexekirî

û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hate bombekirin.

Back to top button