Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Dewleta Tirk di meha Îlonê de 412 caran êrişî Eyn Îsa û Girê Spî kir

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundên Girê Spî eşkere kir.
Meclisê diyar kir ku 412 caran êriş li dijî herêmên wan pêk hatiye û diyar ew ê bersiva her hewldaneke dagirkerî û êrişên li ser herêmê bidin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di civîneke çapemeniyê de bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundên Girê Spî eşkere kir.

Wîsam El Omer diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve sûc û êrişên wan ranewestiyaye û got

“armanca van êrişan koçberkirina gelê herêmên ye, bi vê yekê re dewleta Tirk dixwaze qada xwe ya dagirkeriyê li Sûriyê berfireh bike.”

El Omer têkildarî bîlançoya êrişên li ser Eyn Îsa û gundên Girê Spî yên meha Tebaxê ev agahî da:

“412 caran bi çekên giran û sivik û du caran jî bi dronan êriş pêk hatine.

Di encamê de ziyan gihaştin milkên welatiyan, saziyên xizmetguzariyê.

Ji ber hedefgirtina kabloyên kehrebeyê, kehrebe li ser herêmê qut bû ye.

Hewildana çeteyan ya dagirkirina gundê Mişêfre jî hat têk birin.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di dawiyê de diyar kir ku ew bi tu awayî li dijî van êrişan bêdeng manînin û ew ê bersiva her hewldaneke dagirkerî û êrişên li ser herêmên bidin.

Back to top button