DAIŞ’ê kuştina polîsekî çeçenî li paytext Groznî li xwe girt

Li paytexta Çeçenîstan Groznî li dijî polîsan êrîşek pêk hatibû, polîsek miribû û yê din jî bi giranî birîndar bûbû.
Êrîşkar jî aliyê polîsan ve hatibû kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş li xwe girt.

Di malpereke binavê El Nebe ya nêzî DAIŞ’ê de, çete êrîşê li xwe digrin, lê têkildarî bûyerê ti agahî nehat parve kirin.

Roja Duşemê serokê dewletê Çeçenîstanê Remezan Kadîrov ragihandibû ku li paytextê kesekî êrîşî polîsan kiriye, yek kuştiye û yê din birîndar kiriye.

Kadîrov gotibû, ev kes birayên ji Înguşte hatibûn û li welat di firneyekê de kar dikirin.

Dema dixwestin çeka polîsan jê bigrin, hatibûn kuştin.

Back to top button