NY: Îran plan dike hilberîna uranyumê ji sedî 20 zêde bike

Îranê ji Rêxistina Şopandina Nukleerî ya NY re ragihand ku ew plan dikin daneya zêdekirina Uranyumê bigihînin zêdeyî ji sedî 20.

Piştî Waşîngton ji peyaman nûkleerî ya bi Îranê re ku 2015’an îmzekiribû vekişiya, Tehranê dest bi hilberîna zêde ya Uranyumê kiribû.

Meha derbasbûyî di parlementoya Îranê de daxwaza bilindkirina Uranyumê hatibû kirin.

Û weke hedef jî ji sedî 20 hatibû diyarkirin.

Ev yek jî piştî kuştina, mîmarê bernameya nukleer a Îranê Muhsen Fahrîzade hatibû.

Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navnetewî (IAEA) diyar kir ku ev yek jî wê li navenda Fordow ya Uranyum a hilberînê pêk were.

Rêxistinê dazanîn ku Îranê li ser dema despêkirina vê jî ti agahî nedaye wan.

Beriya peymana 2015’an Îranê xwe gihandibû rêjeya ji sedî 20 ya Uranyuma saf.

Ji ber peymanê ev yek daketibû rêjeya ji sedî 3,36’an.

Back to top button