Desteya Aborî ya herêma Cizîrê li bajarê Dêrikê kargeha Mast û Penêr bi navê Zozan vekir.
Kargeha Zozan ji aliyê beşa Jin a di desteya Aborî ve hatiye vekirin û weke yekem projeya jinê û duyemîn kargeh li ser asta bakur û Rojhilatê Sûrî ye.
Li gorî Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê armanca wan ji vê yekê misgerkirina aboriya Jin e û pêkanîna xwetêrkirinê ye.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Selman Barodû diyar kir ku, wê mast, penêr û tiştên pê ve girêdayî bi erzanî li bazaran were peydakirin û dê hîna jî kargehê berfirehtir bikin.