Biden di mijara Ûkrayna de bi tundî Rûsya hişyar kir

Doh bi rêya vîdeo-konferansê di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de hevdîtin pêk hat.

Weke dihat texmînkirina rojeva sereke aloziya Ûkrayn bû.

Û di vî warî de Joe Biden hişyar kir ku eger Rûsya êrişî Ûkrayna bike, ew ê cezayên giran lê bibirin.

Yekîtiya Ewrûpayê jî eşkere ragihand ku eger Rûsya êrişî Ukraîne bike, ew ê helwesta wan tûnd be

Doh di navbera lîderên Rûsya û Amerîkayê de hevdîtina bi rêya vîdeo-konferansê pêk hat.

Têkildarî naveroka hevdîtna Pûtîn û Bidne, Koşka Spî û Kremlîn daxuyanî dan.

Li gorî vê,

Hevdîtin zêdetirî 2 saetan dewam kiriye.

Di daxuyaniya Koşka Spî de ev xal hatin biparvekirin:

Serok Biden hişyar kir ku eger aloziya li Ûkrayna veguhere şer û êrişan, ew ê cezayên giran li Rûsyayê bibirin.

Amerîka û hevalbendên wê yên Ewrûpayê di mijara Ûkrayna de, dilgiran in.

Amerîka ji her alî ve destekê dide serxwebûn û yekîtiya Ûkrayna û dixwaze aloziya her tiştî bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov ku beriya hevîdtinê gotibû, ti hêviyeke wan a erênî tine ye wiha bersiv da îdîayên Amerîkayê:

Ti niyeta Rûsyayê ya êrişê tine ye. Lê divê were zanîn ku xetên me ên sor hene.

Komîsyona Ewrûpayê hişyar kir: Eger Rûsya êrişî Ukraine bike, wê cezayên tûnd lê werin birîn

Ne tenê, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê jî ji ber tevgera leşkerî ya Rûsya li ser sînorê Ukraîne bifikar e.

Seroka Komîsyona Yekştiyê Ursula von der Leyen, têkildarî aloziyê daxuyaniyek da.

Von der Leyen hişyar kir ku eger Mosko êrişî Ukraîne bike, wê ev karê xebat weke dijminahiya li dijî Yekîtiya Ewrûpa û cîranên wê were qebûlkirin..

Seroka komîsyonê, eşkere kir ku di rewşeke wiha de ew ê cezayên tûnd li Mosko bibirin û got;

Di vî warî de amadekarî hene.

Back to top button