Mihemed Hezai: Kolandina xendekan, xêzkirina sînorên Tirkiyê ye

Piştî ku Efrîn dagirkirin, niha jî dixwazin mîna herêmên din ên ku dagir kirine, tevî axa Tirkiyê bikin. Ji bo vê jî bi dirêjahiya 230 km niha dewleta Tirk dîwar lê kiriye. Li dijî vî sûcî, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Girê Spî Hezai Mihemed dibêje “civaka navneteweyî û hêzên garantor li Sûriyê berpirsên sûc û binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê ne.”

Heza’i Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle hewl dide xaka Sûriyê tev parçe bike û tev li Tirkiyê bike û got “kirinên kolandina xendekan tê wateya xêzkirina sînorên dewleta Tirk.”

Her wiha anî ziman ku Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî weke ku herêmên Tirkiyê ne tevdigere

Hezai Mihemed piştrast kir ku civaka navneteweyî û hêzên garantor li Sûriyê berpirsên sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

Tevî hemû sûcên wan ên li herêmên dagirkirî, Tirkiye û çeteyên wê yên dagirker, êdî herêmê dagirkirî tev li axa Tirkiyê dike ji bo bi temamî ev herêm ji Sûriyê werin qut kirin.

Back to top button