Iweala bû seroka Rêxistina Bazirganiya Cîhanê

Wezîra Maliyê ya berê ya Nîjerya Iweala, bû serokê Rêxistina Bazirganiya Cîhanê.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rêxistinê ve hatî dayî, endamên Konseya Giştî yên Rêxitina Bazirganiyê ya Cîhanê di civîna pêk anîn de biryar dan ku Iweala bibe seroka rêxistinê.

Jina yekemîn ya bûyî seroka rêxistinê û seroka Afrîka Iweala di 1’ê Adarê de wê dest bi karê xwe bike.

Iweala, wê heta 31’ê Tebaxa 2025’an li ser kar be.

Li pêşiya Iweala gelek dosyayên krîzê heye.

Ji ber tecrûbeyên navnetewî tê pêşdîtin ku Iweala li ser karê xwe û careke din pêkanîna baweriya bi rêxistinê xurt bike.

Iweala beriya niha di rêveberiya oparasyona banka cihanê, wezîra karê derve û 2 caran ji wezîra maliyê bû.

Di rewşa heyî de jî di xebatên Tifaqa Aşî ya Gerdunî de xebat dikir.

Back to top button