Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên parêzgeha Dihokê bomeberbaran dikin
Li gorî çavkaniyên herêmî yên Başûrê Kurdistanê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker duh êvarî dora herêma Xantor, gundên Steblan û Berxê û geliyê Şîş ê girêdayî navçeya Dirkatê li parêzgeha Dihokê bomberbaran kirin.
Lê der barê encaman de ti agahî nehatin bidestxistin.
Nûnerê Iraqê yê li NY: Tirkiye ne tenê Iraq, êdî gefan li giştî herêmê dixwe
Artêşa Tirk a dagirker duh çiyayên Şengalê jî kiribûn armanc.
Nûnerê Îraqê yê li NY jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku Tirkiye ne tenê serweriya Îraqê binpê dike, lê êdî gefan li ewlehiya tevahî herêmê dixwe.