Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Meha Hezîranê 4 çete hatin kuştin û tankek hat rûxandin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî diyar kir di meha Hezîranê ya derbasbuyî de rojane artêşa tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşî herêmê dikirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkererî a Mibnicê di bîlancoya meha Hezîranê ya êrîşên li ser herêmê eşkere kir û diyar kir dagirkeran 21 gundên Minbicê yên bi ser eniyên şer bi top, hawan û çekên giran topbaran kirin.

Li gorî Navendê, dagirkeriya Tirk bi zanebûn rojane gundên ku welatî lê dimînin bombebaran dikin.

Hat diyar kirin di encama topbarana li ser herêmê de gelek ziyanê madî çêbûn û sivîl necar man ku ji malên xwe derkevin.

Navendê ragihand ku 23’ê meha borî, şervanên Meclisa Leîkerî yê Minbicê êrîşeke çeteyan li ser gundê Tuxazê şikandin, di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Hat gotin, 18’ê Hezîrana borî jî, tankeke artêşa Tirk ku hewl da ber bi gundê El-Cat yê bakurê rojhilatê Minbicê ve biçe, hat rûxandin.

Back to top button