Li Kanadayê di goreke nû de termê 182 kesan hate dîtin

Li Kanadayê goristaneke din a ji 182 bêkesan hate dîtin. Ev goristan jî li cihekî nêzî pansiyoneke asîmîlekirina zarokên xelkê xwecihî bû.

Hefteya derbasbûyî li Saskatschewan a li rojavayê Kanadayê li Marievalê 751 gor û dawiya meha Gulanê jî li bajarê Kamloopsê ya li British Columbiayê, li cihekî nêzî pansiyona ji bo asîmîlekirina zarokên gelê xwecihî gorek ji hestiyên 215 zarokî hatibûn dîtin.

Civaka Kootenyan a Jêrîn jî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li nêzî dibistaneke berê goreke ji hestiyên 182 kesî hatiye dîtin.

Hate ragihandin ku gora komî li nêzî dibistana berê ya St. Eugene ya li British Columbia ya eyaleta Cranbrookê hatiye dîtin.

Gor bi rêya jeo-radaran tên tespîtkirin.

Hate ragihandin ku dibistana navborî di navbera salên 1912 û 1970’î de dihate bikaranîn.

Xelkê Kootenay a Jêrîn ragihand ku gor li kûrahiya ji metreyekî hatine veşartin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zarokên ji 7 heta 15 salî bi salan zilm û kiryarên li dijî mirovahiyê li wan dihate kirin.

Serokwezîrê Kanada Trudeau li dijî şewitandina dêran bertek nîşan da

Serokwezîrê Kanadî Justin Trudeau û hin serokên xwecihî jî ragihandin ku şewitandina Dêrên Katolîk piştî dîtina gorên komî ne qanûnî ye.

Back to top button