77 sal di ser bidawîbûna şerê cîhanê yê 2. re derbas bû.
Parçeyên keştiya Amerîkayê ya ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li peravên Fîlîpînê binav bû, di kûrahiya 7 hezar metreyan de hat dîtin.
Parçeyên keştiya bi navê ‘USS Samuel B Roberts’ a hêzên deryayî yên DYA’yê ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li peravên Samar a Fîlîpînê binav bû hate dîtin.
Di keştiyê de 89 leşker miribûn.
Keştî ji aliyê Caladan Oceanic a Teksas ve piştî xebatên 8 rojan hate dîtin.
Nêzîkî 7 kîlometre di bin asta deryayê de, bermahiyên wekî keştiya herî kûr a ku heta niha hatiye dîtin, ket dîrokê.
Keştiya ku di Şerê Samarê yê navbera Amerîka û Japonyayê de pêk hatî derb xwaribû.
Li ser keştiyê şopên top û guleyan hebûn.
Di keştiyê de 224 leşker hebûn.
Ji van 120 leşkeran nêzî 50 saetan xwe bi botên biçûk ve kirin û karîn xwe xelas bikin.
Di şerê dijwar yê li Leyta ku navbera Amerîka û Japonyayê pêk hat de 4 keştiyên Amerîka binav bûbû.