Pêngava “Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye” dewam dike

TEV-DEM’ê pêngava xwe ya paqijyê dewam dike û îro pêngavê ji Benda gundê Nametliyê ve dest pê kir.

Pêngava TEV-DEM ya bi slogana “Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye” dewam dike.

TEV-DEM pêngava xwe ji Benda gundê Nametliyê ya bajarê Qamişlo destpêkir û heya nêzî bajêr ve çûn.

Endamên TEV-DEM’ê, endamên û hevserokên şaradariya Qamişlo û Hêzên Asayîşê jî tevlî pêngavê bûn.

Cîgirê Hevserokê şaredariya Qamişlo Nûrî Ibrahîm axivî û da zanîn ku ji bo paqijiya bajêr ew ê herdem di tevgerê debin

Tê payîn ku ev pêngav heya mehekê dewam bike.

Back to top button