Efrînê..”30 Sivîlên din hatin revandin”

30 sivîlên din ji Efrînê hatin revandin û çarenûsa wan jî weke bi hezaran kesên din, ne diyar e.

Li gorî navenda Belgekirina Bbinpêkirinan li Bakurê Sûrî, ev sivîl di encama serdegirtina çeteyan ji malên sivîlan li bajarê Efrîn, navçeyên Bilbilê, Mabeta, Cindirêsê û Raco, pêk hatiye.

Navendê eşkere kir ku, çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, 3 kes li navçeya Bilbilê girtin.

Li Raco jî, çeteyên bi navê polîsên Sivîl 2 kesên temenê wan bêhtirî 30 salî ye, revandin.

14 kes jî, ji aliyê çeteyên Sultan Murad li navçeya Mabeta girtin.

Heman komê, 3 kes ji gundê Qestel Miqdad revandin.

Çeteyên bi navê El Hemzat jî, sivîlek ji navçeya Cindirêsê girt.

Back to top button