Hêvîdar Xalid: Jin berxwedan ji xwe re kirine felsefeya jiyana azad

Jin îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve” pêşwazî dikin. Rojnemevan Hêvîdar Xalid di vê derbarê de nivîsek nivîsand û da zanîn ku şoreşa jinên ruxmî zordestiya desthilatê jî hîna berdewam e û agirê wê di 8`ê Adarê hîna gurtir dibe.

Careke din dilên jinên ku daketin qadên berxwedanê li seranserî cîhanê lê da.

Jinan bi hev re bi yek dengî û bi hemû zimanan “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Jinên mîna têkoşerên entersyonalîst Roza Luksemburg, Klara Zetkin û Sakîne Cansiz rêya azadiyê ji bo jinan ronî kir.

Wan jinan li ser bingeha îdielojiya rizgariya jin a Rêber Abdullah Ocalan, rêya têkoşîneke birêxistinkirî ya kûr li herêmê vekir.

Rojnemevan Hêvîdar Xalid der barê têkoşîna jinan di 8’ê Adarê de nivîsek nivistand.

Hêvîdar anî ziman ku jinên daketine qadan soz dan ku ala têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Jin da ku karibin xwe îfade bikin, berxwedan ji xwe re kirine felsefeya jiyana azad a ku dev jê nayê berdan.

Rojnemevan Hêvîdar Xalid dibêje:

Li Tirkiyê, desthilata AKP’ê wê bi rêve dibe û welat kiriye girtîgehek ji bo darizandina jinan.

Li Îranê jî rejîmê di xwepêşandanên dawîn de piştî kuştina Jîna Emînî dijminatiya xwe li hember jinan eşkere kir.

Rewşa jinan li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî mîna li Îran û Tirkiyê ye.

Ruxmî têkoşîna berdewam a jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna xeyalê xwe jî, lê li van dewletan hîna li dijî gelek jinan tundî, destdirêjî û çewisandin tên kirin.

Hêvîdar Xalid: Roja jinan a cîhanê têkoşîn û dayînek herikbar e

Di dewama nivîda xwe de Hêvîdar da zanîn ku li gel şerê li Kurdistanê, jinên Kurd bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê têkoşîneke îdeolojîk li qadên cuda dimeşîne û got:

Ev şoreş her wiha bi rêya têkoşîna jinên kurd pêk hat, ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xurtkirina têkoşîna xwe kirin bingeh.

Di 8’ê Adarê de ku bi tevgereke karkeran dest pê kir û piştre bû bûyereke salane, divê jin soza têkoşînê nû bikin. Divê sedsala 21`emîn bibe serdsala azadiya jinan.

Back to top button