TEV-DEM: Armancgirtina nivîsgeha KNK’ê kiryarek tirsonek e

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê destnîşan kir ku hedefgirtina Nivîsgeha KNK`ê kiryarek tirsonek e û hevkariya PDK`ê di vê êrişê de, li dijî hewldanên yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê derbeyek e.

TEV-DEM’ê diyarkir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, Şengal, heremênparastina medya û Herîdawî şehidxistina nûnerê nivîsgeha KNK’ê Denîz Cewdet nîşaneya kosepta li dijî gelê kurd nîşan dide.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser armanca êrişê û got:

“Armanca dewleta tirk a faşîst ji pêşketina vîna bîrdozî ya gelên herêmê û hevgirtina wan ditirse û pê dihese ku ew li ser plana wê ya dagirkirina herêmê xetere ye.

Dewleta tirk van sûcê xwe jî li heremên PDK’ê taybet pêk tîne

Hedefgirtina nivîsgehê, kiryarek tirsonek e. Hevkariya PDK`ê li dijî hewldanên yekitiya neteweyî ya Kurdistanê derbe ye.”

TEV-DEM’ê di dawî de bang li hemû gelên kurd kir ku li dijî êrişên dagirkeran û xiyanetê destkeftiyên xwe biparêzin û dakevin qadan.

KNK: Em ê li hemberî van êrîşan zêdetir yêkîtiya neteweyî bi hêztir bikin

 

Back to top button