LI 3 GUNDÊN AMÛDÊ Û HESEKÊ AGIR HAT VEMIRANDIN

Di heman çarçoveyê de, agir zeviyên sê gundên navçeya Amûdê û bajarê Hesekê da ber xwe.

Şewata yekem li gundê Rengo yê rojhilatê bajarê Amûdê bû.

Di encamê de 20 donim ceh şewitîn.

Şewata duyem li zeviyên gundê Mexloce yê bejarê Hesekê bû û derdora 100 doniman şewitîn.

Şewata sêyeme jî li ser rêya giştî ya di navbera Hesekê û Til Temirê de rû da.

Li wir jî 40 donim şewitîn.

Tîmên agirkujê yên navçeya Amûdê û bejarê Hesekê bi hevkariya şêniyan şewat vemirandin.

Leave a Reply

Back to top button