YPJ: Şervana me Vejîn Jiyan di 7’ê Tebaxê de di encama qezayekê de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şervana wan Vejîn Jiyan di 7’ê Tebaxê de di encama qezayekê de şehîd bû.
YPJ’ê got: Em ê şopdarên rêya tevahî şehîdên xwe bin û armancên wan pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê daxuyaniyek da û ragihand ku şervana wan Vejîn Jiyan ‘Hîcran Ecûz’ şehîd bû.

YPJ’ê di daxuyaniya wiha got:

“Şoreşa Rojava ku bi îrade û bîrdoziya jinan bi pêş ket careke din bi tevlêbûna jinan her roja ku diçe bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk re geştir dibe.

Jinan di nava refên YPJ’ê de wateya hebûna xwe gihand asta lûtkeyê.

Têgehên berxwedan û serhildan bi erdnîgariya Botanê re heman wateyê dihewînin.

Bi taybet jinên Botanê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de her dem bi rola pêşengiyê rabûne.

Hevrêya me Hîcran Ecûz bi nasnav Vejîn Jiyan di sala 2000’an de di nava malbateke welatparêz a Cizîra Botan de hate dinê.

Wek jineke ciwan bi çîrokên lehengiyên jinan re mezin dibe û ev yek jî di kesayeta wê de lêgera jiyaneke azad diafrîne.

YPJ’ê bi domdarî wiha got:

“Di sala 2016’an de hevrê Vejîn Jiyan berê xwe dide şoreşa Rojava û tev li nava refên YPJ’ê dibe.

Hevrê Vejîn di nava refên şoreşê de xwe perwerdekirin û kesayeta xwe avakirin, mijareke girîng didît.

Bi vê sekn û cesareta xwe di her kêliya jiyana xwe ya di nav refên azadiyê de gelek erk û berpirsiyariyên girîng da ser milê xwe.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di dawiyê de wiha anî ziman:

“Hevrêya me Vejîn dema ku li ser erka xwe bû, di 27’ê Tîrmehê de di encama qezeyekê de ku li Hesekê çêbû, bi hevrêyên xwe Avaşîn Cûdî, Hîba Hesekê, Bêrîvan Hesekê, Dilar Kobanê û Adar Cûdî re birîndar bûbû, lê tevî hewldanên dermankirinê jî di 7’ê Tebaxê şehîd bû.

Em di serî de ji malbata hevrêya xwe ye hêja û tevahî gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rêya wan didin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha:

Nasnav: Vejîn Jiyan
Nav û Paşnav: Hîcran Ecûz
Navê Dayikê: Newroz
Navê Bav: Behrem
Cih û Dîroka Jidayikbûne: 2000, Cizîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 07.08.2023, Hesekê
Back to top button