Macerîstan serêlana Fînlandiya bo NATO erê kir

Parlementoya Macarîstanê bi piraniya dengan serlêdana Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê pejirand.
Fînlandiya jî piştî erêkirina parlementoya Tirkiyê dê bikaribe tevlî tifaqê bibe.

Parlamentoya Macaristanê bi piraniya dengan protokola endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê pejirand.

Di dengdana şevê din de, 182 parlementeran dengê erê û 6 parlementeran jî dengê na da.

Ji parlementeran jî tu kes bê alî nema.

Piştî erêkirina Macarîstanê, Tirkiye yekane welatê NATO ye ku ji bo endamtiya Fînlandiyayê erêkirina parlamentoyê nedaye.

Li parlamentoya Macarîstanê jî protokola endamtiya Swêdê ya NATO’yê hate nîqaşkirin, lê dengdan hîna jî pêk nehatiye.

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wê pêvajoya erêkirina serlêdana Fînlandiyayê li Meclîsê dest pê bike.

Erdogan îşaret bi wê yekê kir ku Swêd di radestkirina endamên mixalîf yên li wî welatî bû Tirkiyê de gavên pêwist ne avêtiye.

Serokwezîrê Macarîstanê yê rastgir Viktor Orban ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Erdogan re tê naskirin, berî niha gotibû ku ew alîgirê qebûlkirina her du welatên Skandînavyayê di nav NATOyê de ne.

Lê pêvajoya erêkirina li parlementoyê gelek caran ji ber sedemên cuda hate paşxistin.

Orban îdia kir ku tevî siyasetmedarên Swêdî û Fînlandî, medyaya her du welatan bi hincetên kêmanî û gendeliyê Macerîstanê bi neheqî rexne dikin.

Swêd û Fînlandiya 18’ê Gulana 2022’an dest ji polîtîkayên xwe yên bêalîtiyê berdan û serlêdana endamtiya NATO kirin.

Ji bo ku Fînlandiya û Swêd bibin endam, erêkirina 30 welatên di nava NATOyê de pêwîst e.

Back to top button