Li Tûnisê piştî pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandaran de, gel banga hilweşandina rejîma Ixwanan kir.
Xwepêşandan ji ber belavbûna dîmenekî ku hêzên ewlekariyê li ciwanekî dixin û cilên wî jê dikin, her wiha kuştina ciwanekî din di rewşên ne diyar de li herêma Sîdî Hesen a girêdayî paytextê Ehwazê, daketin qadan.
Pevçûn li herêma Sîdî Hisên û El-Sîcûmî, li paytextê çêbû.
Xwepêşandêr banga istîfakirina serokê hikûmetê Hîşam El-Mişîşî, kirin.
Xwepêşandaran banga hilweşandina rejîma Ixwanan a ku destekê dide hikumeta Hîşam El-Mişîşî û hesabxwestinê li tevgera El-Nehdayê kir.
Li gorî toreya El-Eyn El-Exbariye 43 rêxistinên civakî ya Tûnisê di daxuyaniya ku dayîn de gotin:
Berpirsê binpêkirinên saziyên ewlekariyê serokê hikûmeta Tûnisê ye.