Paşînyan: Me nexşeya herêmeke biçûk ya mayînkirî daye Bakû

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got, piştî şerê Qerebaxê, wan hemî nexşeyên zeviyên mayînkirî nedane rêveberiya Azerbaycanê.

Nîkol Paşînyan di civina ku li bajare Yegvard li dar xist de ragihand ku di berdêla nexşeyên 97 hezar mayinên ku Ermenîstanê li ser sînorê Azerbaycanê danî, radestkirina 15 Ermeniyên li Bakû hatine girtin nirxand.

Li gorî nûçeya ajansa Sputnikê, Paşînyan gotiye,

Wan nexşeyên deverên mayinkirî dan Azerbaycanê, lê ev tenê beşek piçûk a ya herêmên mayînkirî ye.

Paşînyan diyar kir ku nexşeyên wan dane yên herêmên di bin kontrola Azerbaycanê de ne.

Wezareta Karûbarên Derve ya Azerbaycanê ragihand ku 15 leşkerên Ermenî yên girtî di berdêla nexşeyên warên mayînan ên li herêma Axdam de radestî Ermenistanê hatin kirin.

Back to top button