Operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê hikumeta faşîst AKP’ê ve her diçe zêde dibin. Li Amedê serê sibehê polîsên Tirk avêtin ser avahiya KCD’ê û gelek malan. Di encamê de, gelek kes binçav kirin.
Polîsên Tirk serê sibehê bi ser avahiya (KCD) a li navçeya Peyasê ya Amedê, weşanxaneyek û gelek malan de girtin.
Di serdegirtinan de, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku ji cihê kar hatiye girtin, 3 rayedarên din û gelek kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku Toprak û Bariş birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.