Hevserokatiya kantona Hesekê eşkere kir Til Birak û bajarokên bi ser wê êdî girêdayî kantona Hesekê ne.
Nivîsgeha Ragihandê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li ser navê hevserokatiya kantona Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Navçeya Til Birak û 4 bajarokên girêdayî wê êdî ji aliyê rêveberiyê ve girêdayî kantona Hesekê ne.
Berê girêdayî kantona Qamişloyê bûn.”