Biden dixwaze Lloyd Austin weke wezîrê Parastinê hilbijêre

Joe Biden yê serokê 46. ê DYA hate hilbijartin, beriya erkê serokatiya welat ji Donald Trump dewir bigre, kabîneya xwe ya nû diyar dike. Wezîrê Parastinê yê ku Biden dixwaze li nava kabîneya xwe bibîne jî fermandarê berê General Lloyd Austinî ye.

Serokê 46. ê DYA Joe Biden ji bo diyarkirina ev demeke di nava tevgerê de ye.

Niha jî ji bo wezareta parasti nê çavê Biden li fermandarê berê yê DYA, General Lloyd Austin yê koka xwe ji Efrîqayê ye.

Tora Politico nûçeya xwe ya spartî sê çavkaniyan, diyar kir ku Biden bi destnîşankirina Austin re difikire ku hilbijartinek rast kiriye.

Ji bo erkê wezîrtiya Austin were erêkirin, divê despêkê Kongre û piştre jî Senetoyan dengê erê bigre.

Austinê ku herî kêm 7 sale ji karê xwe teqawid bûye, divê despêkê erêbûna Kongreyê bigre.

Rojnameya New York Times, ji bo Austin yê 67 salî nivîsek parvekir û diyar kir ku di nava artêşê de ew xwedî rêzdariyê ye.

Her wiha dema 2010-2011’an Biden erkê cîgirê serokê welat dikir, Austin fermandarê hêzên DYA yê li Iraqê bû.

Di dema fermandariya xwe ya CENTCOM a şerê li dijî DAIŞ ê li Sûriyê de, nav û dengê xwe pir belav bû.

Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya 2014’an li ser Kobanê de, Austin di biryara pêkanîna êrîşên hewayî de roleke sereke leyîst.

Austin 1. fermandarê DYA bû eşkereyî piştevaniya bi YPG re anî ziman

not: hun dikarin hinek dimenên êrîşên hewayî ya kobanê jî li vir zêde bikin…

Di axaftina xwe ya wê de mê de, Austin yekem Fermandarê Hêzên Hewayî yê DYA bû ku bi awayekî eşkere anî ziman ku wan piştevaniya YPG’ê kiriye.

Her wiha Autsin diyar kiribû ku ew bi YPG’êre di nava têkliyan de ne û got,

Ew bi dayîna “Şêwirmendî û alîkariyê” piştevaniya bi hêzên Kurdan re dikin.

Back to top button