Ciwanên Cizîrê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo wê dewam bike

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navnetewî çalakî û bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dikin.
Li Reqa û herêma Cizîrê çalakî pêk hatin û ji bo azadiya Rêber Apo peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Bi nêzîkbûna 9’ê Cotmehê salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo çalakî tên lidarxistin.

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî di nava tevgerê de ye.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 25′emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO daxuyaniyek da.

5s dimen biherikînin

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Armanca vê komployê têkbirina projeya demokratîk e ku Rêber APO pêşkêş kiriye.

Bi siyasetên tecrîd û îşkenceya li dijî Rêber Apo komplo dewam dike.

Di dawiyê de meclisa ciwanan diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Li Reqayê ji bo azadiya Rêber Apo meş hate lidarxistin

Têkildarî miijarê Meclisa Werzîşê ya Reqayê jî meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Kluba Ewlehiya Hundirîn a bajêr dest pê kir û li Stada Beledî veguherî mîtingê .

Di mîtingê de endamê Meclisa Werzîşê Remadan El Casim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Tevî îşkenceya li Îmraliyê û tecrîda giran lê Rêber Apo li ber xwe dide.

Em bang li werzîşvan û rêxistinên mafên mirovan, NY û Meclisa Ewlehiyê dikin ku destwerdanê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Kobanê-Jinên ciwan dijî komploya navneteweyî meşiyan

Back to top button