Biryar Şiwanî: PDK’ê pişta dewleta Tirk e

Namzetê YNK’ê yê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Biryar Şiwanî diyar kir ku di nav Başûrê Kurdistanê de destê xiyanetê heye ku ji bo qetilkirina zarokên Kurdan hevkariya rejîma faşîst ya Tirk dikin.

Biryar Şiwanî derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker de got :

Divê Hikûmeta Iraqê, civaka navnetewî û Amerîka pêşiya êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê bikin. ”

Şiwanî di dewamê de da zanîn ku di nav Başûrê Kurdistanê de destê xiyanetê heye ku ji bo qetilkirina zarokên Kurdan hevkariya rejîma faşîst ya Tirk dikin û wiha dewam kir :

” Dewleta Tirk li ser xaka me bi hevkarî û desteka destên xayîn yên li Başûrê Kurdistanê zarokê me dike armanc .’

Divê kes û aliyên bi xiyaneta li dijî gel û xaka xwe pişta dijmin digire bên darizandin û baca xiyaneta xwe bidin.”

Biryar Şiwanî bêdengiya PDK ê li hemper êrîşan rexne kir û ew weke pişta tirkiyê bi nav kir .

Biryar Şiwanî wiha dawî li axaftina xwe anî : ”Dema pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê bûn hedef, tu helwest nîşan nedan û bêdeng man. Lê her tim di xema dewleta Tirk de ye.”

Back to top button