Cemîl Mihemed: Divê koperatîfên hevkariyê werin avakirin

Hevserokê Komîteya Aborî yê Minbicê Cemîl Mihemed diyar kir ku sedema kirîza aborî li Sûriyê, kêmbûna berheman e.
Mihemed teqez kir ku koperatîfên hevkariyê dikarin vê aloziyê çareser bikin.

Cemîl Mihemed têkildarî qeyrana aborî ya li Sûriyê, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Cemîl destnîşan kir ku sedema aloziya aborî ya Sûriyê, kêmbûna berhemên hundirîn û hawirdekirina kelûpelên ji derve ye.

Mihemed diyar kir ku ji bo pêşî li alozî, buhabûn û derfetbaziya bazirganan bê girtin, divê koperatîfên hevkariyê werin avakirin, da ku aboriya civakî xurt bibe.

Nakokiyên siyasî û leşkerî yên li herêm û Rojhilata Navîn û qanûna ‘Qeyser’, bûn sedema ku li Sûriyê aloziya aborî biafire û lîre beramberî dolar, dakeve.

Back to top button