Meclisa Spanya endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO erê kir

Di nava şer û aloziya li Ukrayna de, sînorê NATO berfireh dibe.
Daxwaza endamtiya Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO sînorên wê berfihretir dike.
Herî dawî meclisa Spanya jî endamtiya van welatan bo NATO erê kir.
Di dema dengdanê de çepgir li dijî biryarê derketin.
Di vê naberê de, Yewnanîstanê jî endamtiya van welatan bi piraniya dengan erê kir.

Ji 24’ê Sibatê dema êrişa Rûsya li ser Ukrayna û heta niha, Fînlandiya û Swêd xwe di nava metirsiyê de dibînin.

Ev welat bifikarin ku Rûsya wê êrişî wan ji bike.

Ji ber vê yekê dixwazin xwe di bin siya NATO de ji êrişan biparêzin.

Lê ji bo endamtiya van welatan pêwiste, 30 welatên endamên NATO vê yekê di parlamentoya xwe de erê bikin.

Parlamentoya Spanyayê bi piraniya dengan daxwaza Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATO erê kir.

Di dengdana parlamentoyê de ji 3 yan 2 partiyên hikûmeta koalîsyona çep piştgirî nedan endamtiyê.

Tevî ku hevparê sereke yê koalîsyonê, Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) daxwazên her du welatên Baltîkê yên ji bo bibin endamên NATOyê pejirand jî, Podemos ya çepgir a tund ji hevkarên din dûr ket.

Lê Partiya Çep a Yekbûyî ya komunîst (IU). dengê “na” da.

Di dengdana parlementoyê de 290 dengên “erê” û 11 jî “na” derketin.

47 parlamenter jî bê alî man.

Di dengdana li ser NATOyê de, parçebûna hikûmetê ji aliyê partiyên muxalefetê ve ji ber “zerarkirina şeklê Spanyayê” hat rexnekirin.

Yewnanîstan endamtiya Swêd û Fînlandiya bo nato erê kir

Her wiha parlementoya Yewnanîstanê jî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê pejirand.

Di dengdana li Lijneya Giştî ya Meclîsê de, partiyên Demokrasiya Nû, Tifaqa Çep a Radîkal (SYRIZA) û Tevgera Guherînê (KINAL) piştgirî dan namzetiya Swêd û Fînlandiyayê.

Partiya Komunîst (KKE), Partiyên Çareseriya Yewnanîstanê û Mera25’an berovajî vê yekê deng dan.

Heta dawiya meha Îlonê tê çavlêkirin ku endamtiya van welatan li parlamentoyên welatên din ji bikevin dengdanê.

Lê weke pirsgirêka herî mezin rejîma şefê Tirkiye Erdogan tê dîtin.

Erdogan dixwaze vê yekê weke kaxeza bazarê li dijî van welatan bikar bîne.

Back to top button