Li Helebê çeteyekî koma El Nusra hat kuştin

Li rojavayê Helebê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û komên çete şer derket. Li Şamê jî di êrişa bombeyî de 18 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmetê û komên çete li rojavayê Helebê bi hev ketin.

Hat ragihandin li eniya Şêx Silêman a li rojavayê Helebê, di êrişa sekvaniyhê ya hêzên hikumeta Şamê de çeteyekî koma Cebhet El Nusra hat kuştin.

Çavdêriyê ragihand rojavayê Helebê bi dijwarî ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin.

Li Şamê di êrişa bombeyî de 18 leşkerên hikumeta Şamê mirin

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku vê sibê li herêma Sebûra ya Şamê, mayinek bi erebeyeke leşkerî de teqiya.

Hat ragihandin di encamê de 18 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 27 leşkerên din jî birîndar bûn.

Back to top button