Cenazeyê şehîd Nagihan Akarsel bi dirûşmên Jin Jiyan Azadî hat veşartin

Cenazeyê Endama Akameiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li bajarê Konya ku lê ji dayik bûye bi dirûşmên Jin Jiyan Azadî, hat veşartin.

Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT’a Tirk de, hat qetilkirin.

Cenazeyê şehîd Nagihan îro di danê sibehê birin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.

Malbata Şehîd Nagihan, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û birin gundê Xelîkan ê Cîhanbeylî yê Konyayê ku li wir ji dayik bûye.

Cenaze, bi tililiyên jinan hat pêşwazîkirin û li ser jinên milên jinan birin goristana gund.

Di dema veşartina cenazeyê de leşkeran hewl dan ku nehêlin wêneyên Şehîd Nagihan Akarsel bên rakirin lê jinan li ber xwe dan û bi wêneyên wê meşiyan.

Di dema veşartina cenaze de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kirin ku wê rêhevalên Nagihanê, mîrasa wê dewr bigrin û têkoşîna wê bidomînin.

Tevî dorpêç û astengkirinên leşkeran jî cenazeyê şehîd Nagihan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin.

Back to top button