Ji ber êrişên dewleta Tirk 53 malbat xwe spartin kampa koçberên Girê Spî

Ji gundewarên Girê Spî 35 malbatên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker malên wan hişweşiyan, xwe spartin kampa Koçberên Girê Spî.

Ji ber êrişa dewleta Tirk bi dehan malbatên ji gundên “El-Fatsa, Siwêd û Mişêrfê yên Eyn Îsa koçber bûn û berê xwe dan kampa koçberên Girê Spî ya Reqayê.

Welatiya bi navê Meryem Xidir a ji gundê Siwêd got: “Artêşa Tirk vê carê rasterast malên me kir hedef, zarokên me ji dengê topbaran tirsiyan, ji bo wê em neçar man ji gund derkevin.”

Fatme Hemed ji gundê Siwêd da zanîn ku 5 top li kêleka mala wê ketin û heta niha neteqiyane, ji ber vê me nekarî em li mal bimînin.

Fatma bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li topbarana dewleta Tirk li ser gundê wan bîne.

Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed El-Şêx jî got: Ruxmî ku cih pir tenge, lê me 53 malbat pêşwazî kirin.

Ev malbat ji ber topbarana artêşa Tirk berê xwe dan vir, hege topbaran raweste, wê vegerin malên xwe.

El-Şêx diyar kir ku wan pêwîstiyên koçberan bi cih anîne.

Back to top button