Parlamentoya Iraqê serokomarê nû diyar dike

Li Iraqa ku di nava krîza siyasî û aborî de ye, parlamentoya welat ji bo diyarkirina serokomarê nû careke din kom bû. Piştî hilbijartina gera yekemîn Berhem Salih û Letîf Reşîd ji bo gera duyemîn mane.

Parlamentoya Iraqê îro ji bo hilbijartina serokkomarê nû Iraqê bi tevlîbûna 277 parlamenteran pêk hat.

Bi giştî 39 namzet ji bo serokomariyê hebûn.

Pêşbirka bihêz di navbera namzetê YNK’ê Berhem Salih û Letîf Reşîd ê PDK’ê piştgiriya wî dikir de bû.

Di hilbijartina îro ya serokomariya Iraqê de ti namzetî dengê pêwîst bidest nexist û hilbijartin derbasî tora duyemîn bû.

Salih û Reşîd ji bo gera duyemîn man

Li gorî encama hilbijartinê Letîf Reşîd 157 deng û Berhem Salih 99 deng bi dest xistine.

Hemû namzetên din 21 deng anîn.

Di tora yekem de pêwîst bû herî kêm kesek ji bo bibe serokkomar 220 dengan bi dest bixe, lê ti namzetî ev rêje bi dest nexist.

Lewma hilbijartin ji bo tora duyemîn ma.

Di tora duyemîn de her namzetê ku ji 165 zêdetir dengan bi dest bixwe, wê bibe serokomar.

Wê tora duyemîn de pêşbazî di navbera Berhem Salih û Letîf Reşîd de be.

Bi vê yekê re wê parlamento serokomarê nû yê welat diyar bike.

Namzetê PDK’ê Rêber Ehmed vekişiya.

Civîna parlamentoyê di bin siya êrişan de dest pê kir

Beriya destpêkirina civînê, bi roketên katyûşa êrîş li ser Herêma Kesk hate kirin ku xwedî ewlekariyeke bilind e.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê 9 roket hatin avêtin û 10 kes birîndar bûn.

Back to top button