Castro erkê xwe dewrî nifşê nû kir

Sekreterê Pêşî yê Partiya Komunîst a Kubayê, Serokê Konseya Dewletê yê Komara Kubayê û Serokê Konseya Wezîran, lîdertiya Partiya Komunîst bi dest nifşekî nû ve berdan.

Raul Castro ku 24’ê Sibata 2008’an bûyî Serokê Konseya Dewletê ya Komara Kubayê û Serokê Konseya wezîran û lîderê Patiya Komunîst aşkere kir ku ew amadeye peywira xwe bi dest nifşên nû ve berde.

Siyasetmedarê Kûbayî yê 90 salî di kongreya Partiya Komunîst de axivî.

Castro got, ew kêfxweş e tecrûbeya xwe ya bi dehan salan dewrî nifşê nû bike.

Bi sedan delege tevlî kongreya li paytext Hawana bûn.

Castro bawriya xwe ya bi nifşê nû anî ziman û diyar kir heta ku sax be ew ê ji bo partiyê, şoreşê û sozyazlîmê biparêze têbikoşe.

Back to top button