NY: Li herêma Tîgray ya Etiyopya 150 kes ji birçan mirin

Li Etiyopya sûcên mirovî kêm nabin.
Li herêma Tîgrayê ji ber şer û dorpêçê 150 kes ji birçîbûnê mirin.

Li gorî çapemeniya herêmî, di civîna girtî ya Netewyên Yekbûyî de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock axivî û got:

Kirîza mirovî ya li Tîgrayê girantir bûye.

Min agahî bi dest xist ku vê sibehê li başûrê Mekel 150 kes ji berçîbûnê mirine.

Li herêmê şer didome û rewş girantir dibe.

Heta agirbest pêk neyê wê kirîza însanî kûrtir bibe.

Mark Lowcock diyar kir ku leşkerên Erîtreyê pêşî li gihandina alîkariya mirovî ji bo herêmê giritine û got:

Berî heftiyekê me rapora mirina 4 kesan ji birçîbûnê girt.

Xaça Sor a Navnetewî û Federasyona Komeleya Xaça Sor (IFRC), ragihand ku li herêma Tîgerayî a Etiyopya pirsgirêka xwarinê ya karesat rû dide.

Hikûmeta Addis Ababa ragihand ku destpêka meha Nîsanê leşkerên Erîtrayê ku bi binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer tê sûcdarkirin, ji welat vekişiyan.

Nêzî 900 hezar kes ji ber şerê li herêmê neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin.

Back to top button