Li sûka kampa Holê kesên nenas êrişeke çekdarî pêk anîn, di encam de penaberekî Iraqî hate kuştin û 2 jin bi giranî birîndar bûn.
Penaberê hatî kuştin navê wî Îbrahîm Hisên El-Elî ye, temenê wî jî 37 salî ye..
Her 2 jin jî, Îman Xelef El-Cerad 26 salî ye û Şehed Mihemed Casim 27 salî ye..
Li gorî nûçeya ANHA’yê, êriş li sûka beşa penaberên Iraqê di dikaneke înternêtê de bi demançeya bêdeng pêk hat.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê dest bi lêpirsînê kirin.