PYD’ê têkildarî êrişa li ser Mala Rêbertî: Qirkirina Kurdan berdewam e

PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya hedefkirina Mala Rêbertî ya li gundê Elpelûrê peyameka hemleyên qirkirin û piştaftinê yên li dijî gelê Kurd dide.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê têkildarî êrişa li dijî mala rêbertî ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê daxuyanî da.

PYD’ê teqez kir ku dewleta Tirk bi vê êrişê îsbat dike ku piştî 42 salan hîna siyasetên xwe yên kîndar li dijî kurdan didomîne.

PYD’ê bal kişand ser êrişê û got:

“Dewleta Tirk ji vê êrişê peyamekê dide ku hemleyên qirkirin û pişaftinê yên li dijî gelê Kurd û sembolên wê berdewam in.”

Her wiha dazanîn ku dewleta Tirk li ber çavê Konseya Ewlehiyê ya Nav-neteweyî û NY’ê, van kiryarên xwe dike.

PYD’ê da zanîn ku li hember vê hişmendiya faşîst tekane çareserî pêkanîna azadiya fîzîka ya Rêber Apo ye.

Saziyên Herêma Firatê êrîş berdewamiya 15′ ê Sibatê ye

Li aliyê din PYD û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

peşdarvanên daxuyaniyê bêdengiya aliyên nav-dewletî ku bi dewleta Tirk re hevpeyman imze kirine, şermezar kir.

Back to top button