Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Hemayê êrişî karwanekî hêzên hikumeta Şamê kir.
Di êrişê de 5 leşkerên hikumeta Şamê û 2 ajokar hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, şevê din li gundewarê Hemayê çeteyên DAIŞ’ê êrişê karwanekî leşkerî ên hêzên hikûmeta Şamê kirin.
Karwanê leşkerî, ji tankerên (Sehrîc) petrolê û erebeyên leşkerê pêk dihat.
Di êrişê de 5 leşkerên hikûmetê û 2 ajokar hatin kuştin
Di navbera her du aliya şerekî giran rû da.
Di encamê de, 5 leşkerên Hikûmeta Şamê û 2 ajokarên tankeran hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê çend tanker jî şewitandin.