Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê Iraq jenosîda Şengalê nas bike

Di salvegera 9’emîn a komkujiya şengalê de bi pêşengtiya Meclisa Xweser a Şengalê li Bexda Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê hate lidarxistin.
Di konferansê de bang li hikumeta Iraqê û civaka navnetewî hate kirin ku komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas bikin.
Her wiha ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê gavan bavêjin.
Di dawî de konferans bi encamnameyekî bidawî bû.

Konferans bi druşmeya “Rêveberiya Xweser Misogeriya Mafê Hemû Pêkhateyên Iraqê Ye” dest pêkir.

Nûnerên partî, rêxistin, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de sedemên fermanê û girîngiya xwerêveberiyê ji bo Şengalê hate nirxandin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê hinek gotar pêşkêşkirin û tekezî kirin ku divê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd were naskirin.

Her wiha divê Rêveberiya Xweser a Şengalê were pejirandin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Xezal Reşo ve hate pêşkêşkirin.

Nayîf Şemo: PDK’ê û hêzên Iraqê em tenê hiştin

Piştre li ser navê Meclisa Gel a Şengalê Nayîf Şemo axivî û bibîr xist ku hêzên hikûmeta Iraqê û PDK’ê gelê Êzidiyan di êrişa DAIŞ’ê de tenê hêlan.

Şemo diyar kir ku ji bo careke din êrişên wiha pêk neyên, divê Rêveberiya me ya Xweser hebe, da ku em bi xwe xwe biparêzin.

“Divê dadgehên navnetewî ji bo darizandina DAIŞ’ê gavan bavêje”

Li ser navê kesûkarên qurbaniyan û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî Hemed Bişar axivî û bang li dadgehek navneteweyî kir ku ji bo cezakirina DAIŞ’ê gavan bavêjin.

PADÊ: Divê Iraq ji bo vegera Êzidiyan bikeve nava tevgerê

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) jî diyar kir ku nebûna tedbîrên cidî yên ji bo çareserkirin pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên li Şengalê, rê li ber vegera Êzidiyan digire.

PADÊ’ê bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo vegera Êzidiyan bikeve nava tevgerê.

“Divê komkujî were lêpirsînkirin, peymana 9 Cotmehê were betalkirin”

Di dawî de konferans bi encamnameyekî bi dawî bû.

  • Di encamnameya de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin, lêpirsînê di derbarê tawanbarên komkujiya Şengalê de bide destpêkirin.
  • Her wiha hate diyar kirin ku divê PDK ya ku zemîn ji komkujiyê re vekir were lêpirsîn kirin û hate gotin:
  • Peymana 9’ê Cotmehê li dervey îradeya Êzidiyan hatiye kirin, lewma divê peyman were betal kirin.
Back to top button