Di encama topbarana dewleta Tirk li ser gundê Til Temir-5 welatî birîndar bûn

Dewleta Tirk îro gundên Til Temir û nûqteyên hêzên hikumeta şamê yên li navçeya Şera dan ber topan.
Di êrişan li ser gundê Til Temir de 5 welatî birîndar bûn.
Li Şera jî, leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Seatên nîvro Artêşa Tirk a dagirker êrişî gundewarên navçeya Til Temirê kir.

Dagirkean gundê Ebûş bi dijwarê topbaran kirin.

Di topbarana dagirkeran de 5 welatî birîndar bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Ebûş de 5 welatî birîndar bûn.

Birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeyê.

Navên birîndaran wiha ne:

  • Hisên Elî Hemîre
  • Ebdulbaqî Seyd Elî
  • Mahir Hisên Hemîre
  • Besam Hemîd Egele
  • Ebdulkerîm Deham

Seatên sibehê jî dagirkeran gundê Şêx Elî yê Til Temirê da ber topan.

Dewleta Tirk nuqteyek hêzên hikumeta Şamê bombe kir-leşkerek birîndar bû

Droneke dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bombe kir.

Nûqteya hêzên hikumetê li gundê Kefer Entûn a li navçeya Şera du cara bû hedefa êrişê.

Di êrişê de, leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Dewleta dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî bi çekên giran topbaran kir.

Li herêmê tevgera balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker hebû.

Di êrişa li gundewarê Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn

Back to top button