Michael Rubin: Rêber Ocalan Mandêlayê Kurdan e

Lêkolînerê ji Amerîkayê Michael Rubin teqez kir ku Rêber Ebdullah Ocalan Mandêlayê Kurdan e û felsefeya Ocalan ji Kobanê heta Kirmanşahê di civakên Kurd de bi awayekî berfireh tê qebûlkirin.
Nivîskarekî ji Fîlistînê banga destpêkirina pêngavek piştgiriya bi rêber Ebdullah Ocalan re kir.

Lêkolînerê Amerîkî Michael Rubin derbarê Îdaiyên li ser jiyan Rêber Apo de, nivîsek li ser malpera “19 fortyfive” a amerîkî weşand.

Rubin got:

“Ji bo gelek Kurdan, Ocalan Nîlson Mandêla ye.

Têkoşerê ji bo azadiyê têkoşiya, veguherî girtiyekî.

Kurd îsrar dikin ku heke Ocalan were berdan, wê bibe serokekî siyasî.”

Michael Rubin destnîşan kir ku Ocalan salên berhemdêr di girtîgehê de derbas kirin, wî gelek parêzname nivîsandin û banga “Konfedralîzma Demokratîk” kir.

Rubin anî ziman ku felsefeya Ocalan ji Kobanê heta Kirmanşahê di civakên Kurd de bi awayekî berfireh tê qebûlkirin.

Lêkolînerê amerîkî di nivîsa xwe de daxuyand ku Erdogan û Barzanî bi îsrar in ku desthilatê di hundir malbatên xwe de bihêlin, lê belê PKKê wê yekê nake û tevgereke topyekun e.

Nivîsarê Filistînê Nasir Şebat: Divê pêngavek berfireh ji bo rêber Ebdullah Ocalan were destpêkirin

Nivîskarekî ji Fîlistînê banga destpêkirina pêngavek piştgiriya bi rêber Ebdullah Ocalan re kir.

Nivîskarê ji Fîlistînê Nasir Şebat got:

“Di demekê de ku rewşa rêber Ebdullah Ocalan nayê zanîn, divê di pratîkê de û li ser medya dîjîtal pêngavên berfireh ên piştgiriyê werin destpêkirin, da ku zext bê kirin û rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bê eşkerekirin.

Divê gelê cîhanê, Ewropa û çepgirên li seranserê Ewropayê bikevin tevgerê û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin.”

Back to top button