Îranê ji bo bêçekkirina hizbên Rojhilat çend roj dem da Iraqê

Iranê li dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi Iraq û PDK’ê re peymanek îmze kiriye.
Li gorî peymanê divyabû ku di 19’ê mehê de hêzên Rojhilat çekên xwe daynin û li kampan werin bicih kirin.
Îranê ragihand ku ji bo çek danîna hêzên Rojhilatê Kurdistanê wana çend rojên din dem dane Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê.

Li gorî agahiyan Îranê dema ji bo bê çekkirina hizbên Rojhilatê Kurdistanê çend rojên din jî dirêjkiriye.

Ev agahî ji aliyê fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Mihemed Baqrî ve hate parvekirin.

Li gor agahiyan Baqrî ragihand ku ti cihek ji bo dijminên wan û biyaniyan li vê herêmê nîne û divê komên cûdaxwaz ji Iraqê werin derxistin.

Îranê roja 19’ê Îlonê ji bo bêçek kirina hemû hizbên Rojhilatê Kurdistanê diyar kiribû.

Lê di vê demê de tenê çend komikên biçûk ji sînorên Îranê hatine dûrxistin.

Îranê diyar kir wan çend rojên din jî dem daye da ku sînor vala bikin.

Iraq û Îranê di 19’ê Adara 2023’yan de pêymana li dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê îmze kirin.

PDK’e jî piştgiriyê dide vê peymana dijî hêzên Kurdan.

Back to top button