Şehîd Egîd li Zirganê hat bi bîranîn

Bi boneya Hefteya Lehengiyê li Zirganê jî semînerek li ser jiyana şehîd Egîd hat dayîn.

Bi boneya salvegera şehadeta fermandar Egîd, PYD’ê, semînerek ji şêniyên navçeya Zirganê re li dar xist.

Semîner ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdurehman El-Hisên ve hat birêvebirin.

El Hisên li ser têkoşîna fermandar Egîd axivî û got: “Fermandar Egîd li çiyayê Kurdistanê pêngava têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê ragihand.

Ev pêngav ji bo gelên bindest wekî rêya xilasiyê ye.

El Hisên got, yên ku dixwazin PKKʹê nas bike bila lehengiyên şehîdên wê yên wekî Mazlûm Dogan û Egîd nas bikin û got: “Şehîd Egîd bi xwîna xwe, rêya azadiyê nîşan da.”

Back to top button