Çeteyan li Serê Kaniyê sivîl birîndar kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniya dagirkirî gule li sivîlan reşand û di encam de gelek sivîl birîndar bûn.

Ajansa Hawarê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Elok ê Serê Kaniyê motorsikletekî şêniyan dizî û şêniyan jî bertek li hemberî wê nîşan da.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan gule rasterast li sivîlan reşandin û di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.

Hat zanîn ku birîndarên rewşa wan giran derbasî Tirkiyê hatine kirin û yên din jî li nexweşxaneya Serê Kaniya dagirkirî ne.

Çeteyan li Girê Spî ya dagirkirî 2 jin revandin

Çete li ser bendên kontrolê yê bajarokê Til Helefê jî baceyan li ser şêniyan disepînin.

Li Girê Spî jî, çeteyan 2 jin revandin û birin ber bi cihekî nediyar ve.

Back to top button