Dadgeha Rûsya daxwaza Navalny ya serbestberdanê red kir

Serokê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny piştî vegeriya Moskova û hate girtin, êdî her li ser rêya dadgehê ye.

Herî dawî îro dadgeha Moskova careke din daxwaza Navalny ya ji bo serbestberdanê red kir.

Dadgeha herêmê ya li Moskowê daxwaza Navalny ya rakirina cezayê wî yê 3 salan qebûl nekir.

Dadgehê tenê, cezayê girtîgehê yê pêşî bi qasî şeş heftiyan kêm kir.

Navalny serê vê mehê ji bo ku şertên berdana bikontrol binpê kiribû 2 sal û heşt meh ceza lê hate birîn.

Ev ceza jî bi îdiaya ku Navany sala 2013’an pere xwaribû, hatibû cezakirin.

Muxalîfê Rûs ji Dadgeha Herêmê ya Babushkinskyê xwest ku cezayê xira bike û serbest were berdan.

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa DMME, hefteya derbasbûyî daxwaza serbestberdana Navalny kiribû.

Kremlînê biryara DMME bi bêqanunî pênase kiribû.

Piştî girtina Navalny li seranserê Rûsya xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Di encama destwerdana polîsan de nêzî 11 hezarkes hatibûn binçavkirin.

Ji van beşek di encama dayîna cezayê bi pere, û beşek din jî bi cezayê di navbera 15 roj heta 7 salan de hatibûn cezakirin.

Back to top button