Beşek din ji koçberên Minbicê ji kampa Holê derketin

Îro 105 malbat yên ji bajarê Minbicê ji kampa Holê derketin û vegeriyan bajarê xwe.

Kesên ku ji kampê derdikevin navên xwe li nivîsgehên ku Rêveberiya Xweser li kampê vekiriye, tomar dikin.

Beşa 12 ji 105 malbatan (345 kesan) ku ji bajarê Minbicê ne, pêk tê.

Rêveberiya kampê diyar kir ku li ser tomarkirina navên kesên din ku dixwazin ji kampê derkevin, dixebitin.

Ji bo parastina malbatan, Hêzên Asayîşê dê bi wan re heta bajarên wan biçin.

Rêveberiya kampê da zanîn ku di derbarê koçberên ku li kampê dimînin û ne ji şêniyên Bakur û Rojhilata Sûriyê ne, tu biryar nehatine standin.

Her wiha diyar kir ku niha tenê malbatên bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê derdixin.

Back to top button