Balafirên şer ên Îsraîlê şevê din başûrê Sûriyê bombebaran kir. Hat ragihandin ku leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin.
Ajansa Hikumeta Şamê SANA`yê ragihand ku pergala parastinê ya hewayî ya hikumeta Şamê rê li ber wan êrişên ku herêmên başûrê Sûriye kirine armanc, girtiye.
Li gor agahiyên ku çavkaniyek leşkerî ji SANA`yê raghandiye derdora seat 1’ê bi şev balafirên Îsraîlê êrişî herêmên herêmên başûrê Sûriye kirine.
Hat ragihandin ku pergala parastinê ya hewayî rê li ber van êrişan girtiye û piraniya moşekan bê bandor kirine.
Di encama van êrişan de û li gorî heman ajansê leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin û gelek zirarên madî çêbûne.