Dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî yên kurd j mirinê re hiştine û zextên li dijî wan zêde kirine. Di nava 3 rojan de, 3 girtî ji ber zextên AKP’ê bûn qurban. Girtiyê herî dawî jî Salîh Togrûl bû ku duh jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Salîh Togrûl (65) sala 2014’an ji ber nexweşiya wî ya giran cezayê girtîgehê hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin.
Salîh Togrûl li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê duh jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku cenazeyê Togrûl wê li Sêrtê were veşartin.
Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med’ê (MED TUHAD-FED) têkildarî mirina Togrûl peyamek da û ev bang kir :
“Em bang li saziyên peywendîdar yên Tirkiyê dikin kku hemû girtiyên nexweş berdin.”
Doh jî jî 2 girtîyên sîyasî Ebdulrezzaq Şûyûr û Xelîl Guneş ji ber nedihatin dermankirin, jîyana xwe ji dest dan.
Herdû jî nêzî 30 sal bûn girtî bûn.



