Şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo hat oxirkin

Şervanê QSD’ê Mazlûm Qamişlo ji aliyê sedan ve hate oxirkirin.
Di merasîma li goristana Şehîd Delîl Saroxan de, dilsoziya bi şehîdan re hebû.

Ji bo oxirkirina cangoriyê xwe şêniyên Qamişlo berê xwe dan goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Şervanê (QSD) Mazlûm Qamişlo, Cotmehê li Dêrazorê di encama êrişên çeteyên girêdayî hikumeta Şamê de birîndar bibû.

Ji ber birîna xwe ya giran, Mazlûm, 17`ê Mijdarê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Qamişlo û gundewarê di merasîma şehîd de amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatma El Casim diyar kir ku şehîd pêşengên civaka xwe ne û di oxira rizgarkirina gelan de canê xwe feda dikin.

Fermandarê Mecilsa leşkerî ya Qamişlo Şêx Tirbespiyê jî da zanîn ku oxirkirina her şehîdekî ji bo gel êşek e, lê li kelekê wê hilbijartina jiyaneke bi rûmet heye .

Piştî ku wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin, dayîk û bavê şehîd axivîn û ev tişta anîn ziman:

Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in, ti cudahî di nava me de Ereb, Kurd û Suryan de tune ye.

Em hemû ji vî welatî re ne.

Cenazeyê şehîd Mazlûm Qamişlo di nava tililiyî û durûşmeyan de hate oxirkirin.

Back to top button