Mesrûr Barzanî li ser daxwaza dewleta Tirk serdana Bexda’yê kir!

Serokê hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca kêmkirina nerazîbûnên Iraqê li dijî dewleta Tirk, li ser daxwaza dewleta Tirk serdana Bexda’yê kir.

Duh hem wextê rûniştina parlementoya Iraqê ya li ser komkujiya li Zaxo’yê Mesrûr Barzanî ji nişka ve serdana Bexda’yê kir.

Li gorî çavkaniyekê Rojnewsê armanca serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexda’yê gotûbêjkirina komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê û kêmkirina nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk bi rêya Mesrûr Barzanî peyam gihandiye rayedarên Iraqî û ji wan re gotiye: “Eger ew biryarên tund ên li dijî dewleta Tirk nedin û gavên dijber yên Tirkiye bixin tengaviyê ne avêjin, dewleta Tirk amadeye tazmînatê bide malbatan!

Her wiha Iraq weke helwestek dijî dagirkeriya Tirk dixwaze deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl bigire, lewma Barzanî ji bo boykot li dijî Tirkiye çênebe û derî neyê girtin daxwazê ji Iraqê kiriye.

Back to top button