Tevgera Tişrîniyan a Iraqê dest bi xwepêşandanê kir

Di sêyemîn salvegera xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de, Tevgera Tişrîniyan li Iraqê, careke din dest bi xwepêşandan û nerazîbûnan kirin.

Tevgera Tişrîniyan a Iraqê di rojên borî de ragihandibû ku ewê di 1’ê Cotmeha 2022’an de, di sêyemîn salvegera xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de careke din dest bi xwepêşandan û nerazîbûnên mezin bikin.

Xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan a Iraqê li Bexdayê ji sibehê ve destpê kiriye.

Xwepêşanderan barîkatên ser Pira Komar rakirin û avêtin ava Dîcleyê û ber bi Herêma Kesk ve çûn.

Çalakvanê koma Tişrîniyan Ehmed Kerawî derbarê xwepêşandanê de ji Rojnews re axivî û got;

“Di nava xwepêşanderan de çekdarên Seraya Salim ya ser bi Tevgera Sedir jî hene.

Danê êvarê hat diyar kirin xwepêşandanek mezin li Qada Tehrîrê pêk hatiye.

Hêzên ewlekariyê jî li hemberî xwepêşanderan tedbîrên gelek tund girtin.

Back to top button